Rêveberiya Xweser: Divê statûya Şengalê were naskirin

Îro roja reş e anku salvegera 7. a fermana 73. a Êzidiyan e.
Bi vê boneyê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Fermandariya YPJ’ê, Kongra Star û Federasyona Gaziyên Şer bi daxuyaniyên cuda, banga naskirina fermanê kir.

Rêveberiya Xewser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê şehîdên fermana Êzidiyan a ku 3’yê Tebaxa 2014’an DAIŞ’ê pêk anîbû, bi bîr anîn.

Rêveberiya Xweser got:

“Em weke Rêveberiya Xweseriya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, banga cezakirina komkujên hov dikin. Her wiha banga naskirina statûya Rêveberiya Şengalê dikin û divê komkujiya kirêt weke jenosîd were pejirandin”.

YPJ: Divê li ser asta cîhanî xweseriya Êzidiyan were naskirin

Fermandariya Giştî ya YPJ’ê jî bi daxuyaniyekê şehîdên Fermanê bi bîr anîn û got:

“Gelê Êzidî ti caran serî li hember desthilatdariyê netewandiye û li çanda xwe her timî xwedî derketiye. Mafê hemû gelan ê parastina rewa heye ku beramber êrîşên dagirkeran bisekinin. Îro jî Şengalî bi hêza xwe ya parastinê, hebûna xwe watedar û mezin kiriye. Divê hemû cîhan xweseriya gelê Êzidiyan nas bikin û bizanin ku hebûna Êzidiyan hebûna civakan e û xweseriya gelê Êzidî pêşeroja azadiya gelan e. Em weke Fermandariya YPJ’ê sozê didin ku parastina Êzidiyan haya dawiyê bidomînin”

Kongra Star: Divê rê li ber fermanên wiha êdî venebe

Konrdînasyona Kongra Star jî ji aliyê xwe ve destnîşan kir ku hikûmeta Îraq û ya Başûrê Kurdistanê ta niha ti destpêşxerî ji bo parastina Êzidiyan kiriye û got:

“Divê NY, Konseya Ewlekariyê, YE û civaka navdewletî fermana 3’yê Tebaxê fermî weke jenosîd nas bikin. Her wiha divê vîna Êzidiyan û Rêveberiya Şengalê li ser asta cîhanê bê naskirin, da ku careke din bi hezaran Êzidiyên bêsûc rastî ferman û komkujiyên wiha neyên û rê li ber gelek fermanên din venebe”.

Federasyona Gaziyên Şer: Em rûreşiya Pêşmergeyan şermezar dikin

Li aliyekî din, Federasyona Gaziyên Şer a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê rûreşiya pêşmergeyan û ya cîhanê hemberî Êzidiyan şermezar kir.

Federasyona Gaziyên Şer bang li tevaya cîhanê kir ku beramber êrîş û komkujiyê mîna ya ku hate serê Êzidiyan helwesteke cidî nîşan bide û hêzên dagirker û êrîşker rawestîne.

Back to top button