PAJK, YBŞ û Tevgera Azadî bi boneya salvegera 7`an a komkujiya Şengalê daxuyanî dan. Di daxuyaniyan de qurbaniyên komkujiyê hatin bîranîn û banga li civaka navdewletî û hikûmeta Iraqê hate kirin ku xweseriya şengalê nasbikin, ji bo vegera Şengaliyan û darizandina kujeran gav bavêjin.
Kordînasyona Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê (PAJK) bi boneya salvegera komkujiya Şengalê daxuyaniya nivîsakî weşand qurbaniyên komkujiyê bibîr anîn û da zanîn ku “Fermana 73’an bi saya felsefeya Rêber Apo têk çû.”
PAJK di daxuyaniya xwe de her wiha bang li hemû jin û gelê kurd li her çar parçê Kurdistanê kir ku bi helwestekî hevbeş û yekgirtî li hemberî tevahî xeteriyên îro li ser Kurdistanê li ber xwe bidin û nirx û deskeftiyên tekoşîna azadiyê biparêzin.
YBŞ: Werin em parastina xwe ya cewherî pêş bixin
Fermandariya YBŞ`ê jî bi heman boneyê daxuyanî da, bang li tevahî civaka êzîdî kir û got:
“Werin em li dora hêzên YBŞ û YJŞ’ê parastina xwe ya cewherî pêş bixin, êrîşên dagirkeriyê asteng bikin, azadiya xwe biparêzin û bi berxwedan û rêxistineke mezin bi ser bikevin.”
YBŞ`ê her wiha soza parastina Şengalê dan û ew ê rê nedin komkujiyên din pêk werin.
Tevgera Azadî: Komkujî di dîroka hikumeta herêm û Iraqê de peleke reş e
Desteya Rêveber a Tevgera Azadî jî bi heman mebstê daxuyanî da û ev tişt anî ziman:
“komkujiya Şengal, di dîroka Hikumeta Herêmê û Iraqê de pelek reşe, pêwîste ji bo kesên alîkariya DAIŞ kirîn, lêkolîn were kirin û kujer werin darizandin.”
Tevgera Azadî: Divê Êzîdî di nav ny’yî de bibin xwedî nûner
Tevgera Azadî ji bo vegera Şengaliyan ser xaka xwe jî ev tişt anî ziman:
“Divê hemû kesên tevlî kirîn û firotina jinên Êzidî bûne, werin ceza kirin û Neteweyên Yekbûyî û Iraq ji bo vegera penaberên Şengalê gav bavêjin. Divê Êzidî di nava Neteweyên Yekbûyî de bibin xwedî nunerek taybet.”
KJK: Divê civaka navnetewî xweseriya Êzidiyan nas bike
Koordînasyona KJK’ê jî daxuyaniyek da û xwest ku jenosîd were naskirin û xweseriya Şengalê bê qebûlkirin.
KJK’ê diyar kir ku pêwîst e civak û saziyên navnetewî xweseriya civaka Êzidî qebûl bikin û piştgiriyê bidinê.
Her wiha roja 3’ê Tebaxê weke jenosîda li hemberî Êzidiyan bê naskirin û divê civaka Êzidî li ser bingehê azadiyê xebatên avakirinê hê zêdetir pêş bixin û kûr bikin.
HDP’ê li dijî komkujî û jenosîdan banga bilindkirina têkoşînê li mirovahiyê kir
Komîsyona Bawerî û Gelan a HDP’ê jî di salvegera 7’an a Qirkirina Êzidiyan de daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku wehşeta DAIŞ’ê û piştgirî û hevkariya dewletên li deverê nayên jibîrkirin
Komîsyona Bawerî û Gelan a HDP’ê li dijî komkujî û jenosîdan banga bilindkirina têkoşînê li temamî mirovahiyê kir.