NPG: Ji ber helwesta PDK’ê metirsiya şerê navxweyî zêdetir bûye

Fermandariya Giştî ya Navenda Parastina Gel – NPG’ê ragihand ku dewleta tirk 100 sed roje hewildide herêmên parastina Medyayê dagir bike lê ji ber berxwedaniyeke fedaî ya gerîla nemadiker pêşwere û têk çûye.

NPG’ê dazanîn ku PDK ji bo pêşî têkçûna dewleta Tirk bigre hîn jî hêz dişîne qadên gerîla ev yek metirsiya şerê hêzên kurdî zêdetir kiriye.

NPG’ê bang li PDK’ê kir ku dest bi hevkariya bi dijmin re berde.

Dewleta Tirk a dagirker ji 23’yê Nîsanê û vir ve bi armanca tesfiyekirina Tevgera Azadiya Kurdistanê û jiholêrakirina destkeftiyên kurd, êrîşeke dagirkirinê li dijî xaka başûrê kurdistanê daye destpêkirin.

Li dijî êrîşên dagirkeriyê jî berxwedana gerîlayan li Mamreşo, Zendûra, Zap, Avaşîn û Metînayê jî bûye bersiv.

Der barê mijarê Fermandariya Giştî ya Navenda Parastina Gel – NPG têkildarî berxwedana gerîla ya li qadên Herêmên Parastinê yên Medyayê daxuyaniyek da.

Fermandariyê diyar kir ku di nava 100 rojên borî de artêşa Tirk tevî bikaranîna her cûre teknîkê jî, îro nekariye li herêma parastina medyayê taybet Avaşînê tevgera dagirkeriyê pêk bîne.

Fermandariya Giştî da zanîn ku niha li Avaşîn, Wexelê, Girê Sor, xeta Stûnê û li gelek deverên din berxwedan û tevgera gerîla vê yekê vekirî nîşan dide.

Der barê fedekariya gerîleyan NPG ev tişt anî ziman:

“Destanên lehengiyê ya Rêberan û Tekoşeran ku li derdorî destana Zendûra ya Qada Xabûrê pêk hat, ji bo derketina van encaman cihek girîng girtin.”

Fermandariyê got ku Ev hêza ku 100 rojin hê jî nikariye Avaşînê dagir bike li hemberî vê berxwedana bê hempa zehmetîyê dikişîne û ketiya nava tengasiyê ji ber nê dixwaze di navbera Kurdan de şer derxîne

Têkildarî hevkariya PDK’ê bi dewleta Tirk a dagirker e Fermandariya Giştî ya Navenda Parastina Gel ev tişt anî ziman:

Me di vê mijarê de ji bo ku PDK’ê xwe ji plana qirêj a dijiminan dûr bigre û bi dijminên gelê me re hevkariyê neke, gelek hewldan nîşan dan; hê jî em bi sebrek mezin vê hewldanê raber dikin lê rewş hê metrisîdartir dibe.

Di dawiyê de Fermandariya NPG gotin ku ew bi vê baweriyê bi dil û can hemû hevalên xwe yên li qadên Herêma Parastinê yên herêma Medya û Bakurê Kurdistanê silav dikin û pîroz dikin.

Back to top button