Civaka Êzidî êdî dixwaze Iraq û NY xweserîya Şengalê nas bikin

7 sal bi ser êrîşa hovane ya çeteyên DAIŞ’ê ya li ser Şengalê re derbas bûn. Lê niha jî ew hêzên ku berê DAIŞ’ê dabûn li ser Civaka Êzidî û ji Şengalê revîyabûn, niha bi xwe êrîş dikin. Civaka Êzidî jî êdî baş dizane ku sedema 73 fermanên hat serê wan ji ber nebûna hêza wan ya xweparastinê û xwerêvberîyê bû. Ji ber vê jî êdî Êzidî naxwazin mîna berê bimînin û ji Iraqê û NY dixwazin ku xweserîya wan nas bikin.

Êzidî rehên Kurdayetîyê ne.

Ji ber Şengalê, resenî, ol, çand, bîr û baweriyên Kurdan parastiye, 73 caran ferman li wan rabûne.

Dema ku çeteyên DAIŞ’ê 10 Hezîranê, êrîş bir ser Mûsilê û ew dagir kir êdî ewrên reş û tarî li ser asîmanên Şengalê jî gerîyan.

Berbanga 3’ê Tebaxê ya 2014’an bû. Şengal bê deng bû û stêrk hêdî hêdî ji ezmanên wê winda dibûn. Dijminên mirovahîyê, çeteyên DAIŞ’ê bi qîlên xwe yên faşîst weke tavîyê gule li ser Şengalê barandin.

Zêdeyî 10 hezar çekdarên PDK’ê bêyî ku haya xelkê jê hebe ji Şengalê revîyan û bi sed hezaran kes bê parastin di nava pençên qirkirinê de hiştin.

Çiyayên ku sivîlan xwe lê girtibû jî, hatin dorpêçkirin.

Tenê 12 gerîlayên ku li wir bûn, bi hawara civaka Êzidî ve çûn. Ji wan, 3 gerîla ji aliyê hêzên PDK’ê yên revok de hatin girtin û tenê 9 gerîla ketin çeperên berxwedanê û bi hezaran sivîl ji qirkirinê xelas kirin.

Li ser reva bi hezaran hêzên PDK’ê yên ji Şengalê PKK neçar ma destwerdanê bike û pêşî li qirkirineke mezin ya civaka Êzidî bigire.

2 tabûrên gerîla di nava du rojan de xwe gihand Şengalê û dest bi parastinê kirin.

YPG û YPJ’ê jî korîdoreke mirovî vekir û bi hezaran Êzidî veguhastin Rojavayê Kurdistanê.

Di operasyona rizgarkirina sivîlan de, bêtirî 150 şervan tevli karwanê şehîdan bûn.

Piştî dagirkirina Şengalê Êzidiyan Yekîneyên Berxwedana Şengalê avakirin û bi gerîlayan re dest bi şerê rizgarkirinê kir.

Piştî berxwedaneke bêhempa, Şengal 13’ê Mijdara 2015’an ji çeteyên DAIŞ’ê hat rizgarkirin.

Civaka Êzidî tevî berdêlên mezin di vê fermana 73’an de jî têk neçû û radest nebû.

Civaka Êzidî piştî 73 fermanên ku bi serê wan de hatin gelek dersên girîng jê derxistin. Ew jî pêwîstîya xweparastin û xwe bi rêvebirin.

Êdî pê hesîyan ku sedema hemû fermanên hatine sere wan nebûna van herduyane.

Bi avakirina xweparastin û xwebirêvebirinê jiyan li Şengalê ji nûve şên dibe.

Bi hezaran Êzidiyên ku ji ber Fermanê koçber bûbûn, vegeriyan cih û warê xwe.

Lê LI alîyê din êrîşên li ser Şengalê dewam dikin û hewldanên dagirkirina wê hê jî bi dawî nebûne.

Piştî plana dagirkirina Şengalê ya 9’ê Cotmeha 2020’an gelê Êzidî yê li Şengalê û çar alîyê Kurdistanê û Cîhanê di nava berxwedaneke mezin de ye.

Civaka Êzidî êdî ji Iraqê û ji Neteweyên Yekbûyî dixwaze ku Statuya Şengalê bi awayekî fermi nas bikin.

Back to top button