Rêber Apo: Divê Êzidî vegerin ser xaka xwe û xwe biparêzin

Rêber Apo girîngîyeke pir mezin dide civaka Êzidî û Şengalê. Piştî êrîşa DAIŞ’ê ya li Şengalê jî diyar kir tevî ku gelek caran hişyar kiriye jî lê tedbîr nehatine girtin. Bi taybetî Rêber Apo gelekî girîngiyê dide xweparastin û xwebirêxistinkirina civaka Êzidî. Herî dawî jî Rêber Apo got divê Êzidî vegerin ser xaka xwe û xwe biparêzin.

Rêber Apo di gelek nirxandinên xwe de balê dikişîne li ser rewşa Şengalê.

Rêber Apo dibêje Çiyayê Şengalê, li hember êrîşên hovane yên xwestine agirê azadîyê vemirînin, bûye qada berxwedanên herî mezin, her tim gelê Êzîdi yê kû li ber xwe daye himbêz kiriye û bûye stargehek.

Piştî êrîşa 3’yê Tebaxa 2014’an ya çeteyên DAIŞ’ê Rêber Apo diyar kir tevî ku ev heft sal in, ew ji bo Şengal’ê hişyarî dike ji ber tedbîr ne hate girtin, ev êrîş pêk hat wiha dibêje,

“Di encamê de dîmenekî wek DAIŞ yên hov derxiste holê.

Rexistineke ku wateya howîtiyê derbaskiriye bê ku bêje zarok, jin, di despekê de Kurd, Turkmen, Ereb, Asurî, Êzîdî û Suryanî komkujiyên hovane kirin.

Lê di rastiyê de yê ku hate qêtilkirin û hat tecawiz kirin em hemû bûn.”

Rêber Apo balê dikişîne li ser têkoşîna Tevgera Azadiyê ya li dijî DAIŞ’ê dibêje,

“Yên ku li Rojava, li Şengalê têkoşînê dikin em in.

Tiştê kesî nikarîbû Tevgera Azadîyê ya Kurd pêk anî. Li dijî DAIŞ’ê şer kir û ew têk bir.

rastîya serokatî û felsefa wî nebuya, wê ev yek pêk nahatiba.

Hê jî gelê Êzîdî rûbirûyê komkujîyan e.

Li Şengalê komek gerîlla hebûya, ewqas mirov nedihatin qetilkirin. Êzidîyatî rehê Kurdan e. An em ê gelê Êzîdî biparêzin an jî wê Kurd tine bibin.”

Rêber Ocalan sîyastetên dûrxistina Şengalê û girîngiya vegera li ser Şengalê jî bi van gotinan tîne ziman,

“Ger Ezîdî careke din venegerin li ser xaka xwe ya Qedîm Şengalê, wê bibe karesateke mezin.

Ji qirqirina hebûnê xelas bûn, lê ji qirqirina çandî nikarin xwe rizgar bikin.

Ji bo ku Ezîdî karîbin xwe biparêzin yek rê heye ew jî vegera ser xaka qedîm Şengalê ye.”

Rêber Apo derbarê parastina Şengalê û bi taybetî parastina jinên Şengalê de wiha dibêje,

“Bila Êzidî bi xwe biryarê bidin.

Pewîst e gelê Şengalê parastina xwe bi xwe bikin. Em nikarin wan di însafa pêşmergeyan de bihêlin.

Ez niha tiştên ku jinên Êzîdî dijîn dibînim, pir xemgîn dibim.

Divê jinên Êzidî derfetên xwe komî serhev bikin, her tim asta xwe bilind bikin. Divê rêxistinî û artêşbûna xwe xurt bikin.”

Back to top button