Gerîlayên Kurdistanê di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de derbeke giran li artêşa Tirk ya dagirker dan.
HPG’ê diyar kir di operasyona şoreşger ya li herêma Avaşînê de 8 leşkerên Tirk yên dagirker hatin kuştin û 3 kozîk jî hatin rûxandin.
Berxwedana Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ya li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser başûrê Kurdistanê bê navber dewam dike.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê berxwedana gerîla û êrîşên dagirkerîyê de daxuyanîyeke nivîskî weşand.
HPG’ê diyar kir di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Bazên Zagrosê de li herêma Avaşînê derb li dagirkeran hate xistin û ev agahî parve kir;
“2’yê Tebaxê hêzên me li dijî dagirkerên li Tengava Şehîd Canşêr a qada Werxelê ji çar aliyan ve operasyoneke şoreşger pêk anîn. Di encama van çalakîyan de 8 dagirker hatin cezakirin, 2 dagirker birîndar bûn û 3 kozik jî hatin rûxandin.”
HPG’ê diyar kir piştî çalakiyê dagirkeran nîvê şevê windahiyên xwe bi helîkoptêran ji qadê rakirin û birin.
HPG’ê da zanîn ev operasyona şoreşger bi rihê Fermandar Mahsûm Korkmaz û ji bo silavkirina Pêngava 15’ê Tebaxê, Cejna Vejîna Netewî ya gelê Kurd hatiye kirin.
Navenda Ragihandin û Çapemenîyê ya HPG’ê diyar kir 2 û 3’yê Tebaxê derdora gundên Kêste û Hirorê yên bi ser Kanî Masiyê ya Amediyê; qadên Çemço, Sîda û Rênçbirax ên herêma Zapê û qada Werxelê ya herêma Avaşînê bi balafirên şer, helîkopter û hawanan hatin bombebaran kirin.
HPG’ê eşkere kir ku di van êrîşan de ti ziyan bi hêzên gerîla nebûye.