4`emîn Konferansa Yekitiya Êzidiyên Efrînê dest pê kir

Îro bi tevlêbûna bi sedan kesî Konferansa 4. ya Yekitiya Êzidiyên Efrînê li Şehbayê hate lidarxistin.
Hevserokê TEV-DEM’ê Xerîb Hiso di konferansê de axivî û diyar kir kiryarên hovane yên ku çeteyên DAIŞê li Şengalê pêk anîn, niha çeteyên Dewleta Tirk li Efrînê dewam dikin.

Bi dirûşma “Bihêzkirina rêxistinî, bersiva qiririna Şengalê û dagirkirina Efrînê ye” Konferansa 4. a Yekitiya Êzidiyên Efrînê, bi beşdarbûna bi sedan endamên yekitiyê, nûnerên partiyên siyasî, saziyên sivîl û rûspiyên eşîrên Kurd û Ereban, li navçeya Ehdas a Şehbayê hate lidarxistin.

Hevserokê Yekitiya Êzidiyên Efrînê Mistefa Nebo di konferansê de axivî û bal kişand li ser komkujiyên ku di dîrokê li ser civaka Êzidî hatine kirin.

Mistefa Nebo destnîşan kir ku bi saya fikr û felsefeya rêber Abdullah Ocalan civaka Êzidî piştî fermana 73’yan rabû ser piya û karibû ola xwe biparêze.

Nebo piştrast kir xwebirêxistinkirin bersiva komkujiya Şengalê û sûcên ku ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve li Efrînê têne kirin e.

Piştre, nirxandinên rêber Abdullah Ocalan der barê civaka Êzidî û fermanan de, hatin xwendin.

Her wiha sînevizyonek li ser fermana 73’yan, êrişên dagirkeriyê yên di sala 2018`an li dijî Efrînê, hate pêşandan.

Xerîb Hiso: Çeteyên dewleta Tirk kiryarên çeteyên DAIŞ’ê li Efrînê dewam dikin

Hevserokê Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM’ê Xerîb Hiso jî di konferasê de axivî û diyar kir ku kiryarên hovane yên çeteyên DAIŞ’ê li Şengalê, niha çeteyên Dewleta Tirk li Efrînê dewam dikin.

Xerîb Hiso bal kişand li ser siyaseta PDK’ê û rola wê di hêsankirina êrîşa DAIŞ’ê ya li ser Şengalê, her wiha behsa hevkariya PDK’ê li gel dewleta Tirk kir.

Hiso da zanîn wê gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ber xwe bidin heta ku herêmên dagirkirî bêne rizgarkirin.

Hevserokê Meclisa Zagonsaz a Herêma Efrînê Silêman Cafer jî diyar kir ku ev konferans wê bibe bersiv dijî hemû planên ku armanc dikin projeya Neteweya Demokratîk bi bin bixin.

Endama Rêveberiya Yekîtiya Êzîdiyên Efrînê Suad Hiso jî wê ev konferans li dijî hemû planên dewleta Tirk û çeteyên wê, bibe bersiv.

Back to top button