Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya herêma Firatê karnameyên amadehî belav kir

Desteya Perwerde û Fêrkirinê li herêma Firatê karnameyên qonaxa amadeyî li xwendekarên serkeftî belav kir

Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Firatê îro li navenda Baqî Xido ya Çand û Hunerê ya Kobanê karnameyên amadehî li xwendekarên serkeftî belav kir.

Di merasîma belavkirinê de, xwendekarên serkeftî, malbatên wan û endamên DPF’ê ya herêma Firatê amade bûn.

Îsal zêdetirî 800 xwendekarê ji beşên wêjeyî û zanistî tev li ezmûnên refa 12 bûn, Ji wan 503 xwendekar bi ser ketin.

Di hefteya borî de jî desteyê karnameyên refa 9 li ser xwendekaran belav kirin.

Back to top button