Talîban ber bi girtîgehên endamên wan lê ne bipêş dikevin

Bi despêka meha Tebaxê re, li Efxanistanê metirsiya Talîbanê hîn zêdetir xwe daye der. Talîban êdî êrişên xwe yên li dijî paytextên herêmên Efxanistanê zêde kiriye.

Talîban nêzî navendên ku çekdarên wan lê girtîne bûye. Hikumeta Kabulê jî li rêyek çareseriyê digere ku girtiyên Talîban neyên berdan.

Divê navberê de, şerê li nava bajaran jî despê kiriye. Li aliyekî din, DYA û Îngilistanê bi daxuyaniyeke hevbeş, Talîban weke berpirsê komkujiya li Qendeharê dît.

Li Efxanistanê asoya aloziya li welat ji her demê zêdetir şêlo ye.

Li aliyekê hikumeta Efxanistanê dixwaze herêmên ku Talîbanê kontrolkirine vegerîne, li aliyê din jî rê li pêşiya serbestberdana çekdarên Talîban yên girtî bigre.

Li gorî rojnameya The Washington Post, li girtîgehên Efxanistnaê derdora 5 hezar çekdarên Talîbanê hene.

Rêveberiyên Ewlekariyê yên Efxanistanê ragihandin ku berdana van çekdaran dikare Talîbanê di qada şer de hîn zêdetir bihêz bike.

Hate îdia kirin ku rêveberên Talîbanê ji çekdaran re qala girîngiya serbestberdana hevrêyên wan yên girtî kirine û wiha gotine:

Pir girîng e ku ev çekdar bên berdan.

Ji bo em bikarin hêzê li hêza xwe zêde bikin.

Di nava rojên derbasbûyî de, li dijî hewildanên Talîban yên li ser girtîgehek li Kunduzê, Efxanistanê hêzek taybet li herêmê erkdar kiriye.

Ev yek jî bûye sedema ku Talîban ji êrişeke li ser herêmê paşde gav bi avêje.

DYA û Îngilistan: Talîban ji komkujiya sivîlan ya li Qendeharê berpirse

Li aliyekî din, tê îdiakirin ku 14’ê Tîrmehê dema ku Talîbanê dergehê Spîn Boldak yê bi Pakistanê re kontrol kir li herêma Qendehar komkujiyek pêk aniye.

Li ser vê yekê Îngilistan û DYA bi peyaman li ser hesabên Twîtterê bertek nîşan dan.

Aliyan ev yek weke sûcê şer binav kirin.

Waşîngton û London daxwaza lêpirsîneke li ser bûyerê kir û gotin, pêwiste çekdar û fermandarên Talîban yên ku destê wan di vê komkujiyê de heyî hesab bidin.

Wezîrê Karên Derve yê DYA Antony Blinken jî doh bi daxuyaniyeke çapemeniyê ev yek piştrast kir.

Her wiha banga agirbestê jî hate kirin.

Hêjayî bibîrxistinê ye piştî 20 salan DYA û NATO ji Gulanê ve dest bi vekişîna hêzên xwe yên li Efxanistanê kirine.

Serokê DYA Joe Biden jî hefteya derbasbûyî ragihandibû ku heta dawiya Tebaxê wê vekişîna hêzên wan ji Efxanistanê bi dawî bibe.

Back to top button