Îran..Reyîsî mezbataya xwe ji Xameneyî wergirt

Îbrahîm Reyîsî yê Muhafezekar ku di hilbijartina serokomariyê ya 18’ê Hezîranê li Îranê pêk hatî de bi ser ket, mezbateya xwe ji rêberê Olî yê welat Elî Xamineyî girt.

Li paytext Tahranê merasîmek hate lidarxistin.

Di merasîmê de, tevî lîderê olî Xameneyî, serokomarê 7. yê welat Hesen Rûhanî û Serokê Meclisê Mihemed Bekir Kalibaf di nav de gelek kesên di asta jor de beşdar bûn.

Piştî ku Wezîrê Karên Hundir Ebdurreza Rahmanî Fazlî rapora hilbijartinên serokomariyê ya serdema 13’an pêşkêş kir, Xameneyî Serokatiya Reyîsî pejirand û peywira mezbata wî radest kir.

Serokê Nivîsgeha Xameneyî, Mihemed Gulpayeganî, nivîsa piştrastkirina serokatiyê xwend.

Di daxuyaniya li ser navê Xameneyî hate dayîn de wiha hat gotin:

“Ez dengên gel ji bo birêz Seyîd Îbrahîm Reyîsî dipejirînim û wî ji bo Serokatiya Komara Îslamî ya Îranê destnîşan dikim.”

Bi vê erêkirinê re, Xameney Reîsî ji bo dema 4 salan a postê Serokomariyê erkdar kir.

Back to top button