Serokomarê Tûnis Seîd 2 wezîr ji erk girt

Li Tûnisê wezîrên berê li ser kar bûm yek bi yek ji erk têne girtin. Li Tûnisê ku aloziya siyasî lê dewam dike, bi fermana serokomarê welat Seîd 2 wezîrên din jî ji erk hatin girtin.

Li Tûnisê ku aloziya siyasî lê dewam dike, wezîrên berê yek bi yek ji erk têne girtin.

Di daxuyaniya Serokomariya Tûnisê de hat gotin, Wezîrê Darayî û Aborî Elî El Kaalî ji erk hatiye girtin û li cihê wî Siham El-Bugdiri hatiye erkdarkirin.

Hat ragihandin ku Wezîrê Ragihandin û Teknolojiyê Mihemed El-Fadil Kerîm, ku wezîrê Çandinî û Çavkaniyên Avê yê Tunisê bû, ji kar hate dûrxistin û Nizar Bennaji wekî serokê Wezareta Ragihandin û Teknolojî hatiye erkdarkirin.

Serokomar Seîd 30 Tîrmehê jî diyar kir ku Şêwirmendê Parastina Netewî yê berê yê di wezareta dewletê de Riza Garsillavi ji bo wezîrê Karên Hindir erkdar kiriye.

Serok Seîd di çarçoveya biryara xwe ya nû ya 29’ê Tîrmehê de, Rêveberê Giştî yê Televîzyona Dewletê ya Tûnisê Mihemed Lesad Dahîş ji kar dûr xist û ragihand ku wî ji bo demkî Avatif Edda li li cihê wî tayîn kiriye.

Serokê Partiya el Nehda ya ixwana mislimîn Raşid Xenûşî ku Tirkiye û Qeter piştevaniya wê dike jî biryar bi darbeyê binav kiribû.

Lê biryara Seîd di nava welat û derveyî wê de rastî piştevaniyeke zêde hat.

Herî dawî Misir û Cezayîr jî piştevaniya xwe ya bi biryara Serokomarê Tûnisî Seîd ya derbarê partiya el Nehda de eşkere kiribûn.

Back to top button