Libnan..Li Beyrûtê ji bermahiyên teqîna Tebaxa 2020’an abîdeyek hat çêkirin

4’ê Tebaxa 2020’an li paytexta Libnan Beyrûtê teqînek bihêz rûdabû. Bi derbasbûna salekê re, ji bermahiyên metal yên ji teqînê mane, abîdeyek hate çêkirin. Ev abîde jî bi merasîmekê hate vekirin.

Li peravê Beyrûdê abîdeyek ji stûnên metal ku bi minasebeta sala yekem a karesatê ku di encama teqîna 2 hezar û 750 ton nîtrat amunyumê de pêk hatî hate çêkirin.

Abîdeya ku bi merasîma vekirina hin dîplomatên biyanî û herwiha navên burokratîk û leşkerî û xizmên kesên ku di teqînê de jiyana xwe ji dest dane, hat vekirin.

Navê “Ji Bermahiyan Zelamê Xurt” li abîdeyê hate kirin.

Mîmarê projeyê Nedîm Kerem û li ser navê kesên ku nasên xwe di teqînê de hatine kuştin jî Nezîh el Ezm çelengek danî ber bîrdariyê.

Kerem da xuyakirin ku fikra avakirina vê abîdeyê ji ber bandorên kûr ên teqîna li Bendera Beyrûdê çêbûye û got:

“Ev abîdeya vîna bihêz a gelê Libnanê ya jiyanî û eşkerekirina rastiyê nîşan dide.”

Li bendera Beyrûtê 4’ê Tebaxa 2020’an teqîneke bihêz rûdabû.

Di encamê de zêdeyî 190 kesan jiyana xwe ji dest da, 6 hezar kes jî birîndar bûn.

Her wiha 300 hezar kes jî ji cihê xwe bûn.

Back to top button