Ji ber bermahiyên dewleta Tirk welatiyekî din birîndar bû

Li ser rêya M4 ku di navçeya Eyn Îsayê re derbas dibe, welatiyekî din bi bermahiyên topbarana artêşa Tirk a dagirker li ser herêmê, birîndar bû.

Welatiyê bi navê Ezîz Şewket Bozan ê 35 salî jî dema ku bi erebeya xwe di navçeya Eyn Îsayê re derbas dibe bermahiyên topbarana dewleta Tirk têde teqîya.

Di encamê de Ezîz Şewket bi giranî birîdar bû.

Ezîz ji bo dermankirinê rakirin nexweşxaneyê.

Di 1’ê Tebaxê de welatiyê bi navê Ebdulkerîm Şelaş Qiwêdir ê ji bajarê Humisê li ser rêya M4 birîndar bûbû.

Her wiha artêşa Tirk a dagiker û çeteyên wê, gundên Meranazê û Elqemiyê yên navçeya Şera a Efrîna dagirkirî dîsa topbaran kirin.

Back to top button