Li Şengalê ji bo bîranîna şehîdan jîyan 5 deqe rawestîya

Bi boneya salvegera fermana 3’yê Tebaxa 2014’an li Şengalê welatî li cihên cuda kom bûn û ji bo şehîdan rêz girtin.
Yekîneyên Berxwedana Şengalê YBŞ’ê jî bi merasîmek leşkerî şehîdên fermanê bi bîr anîn û got ku ew niha li hemberê DAIŞ û yên mîna wê bi hêz in.
Li Silêmanîyê jî çalakiya birînanînê hat lidarxistin.

Bi boneya salvegera fermana 3’yê Tebaxa 2014’an, li ser banga Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê îro li tevahiya Şengalê saet di 10.00’an de ji bo bîranîna şehîdên fermanê 5 deqeyan rêz hat girtin û jiyan hat sekinandin.

Di çarçoveya bernameyê de welatî li cihên cuda cuda kom bûn û ji bo şehîdan rêz girtin.

Yek ji cihên ku herî zêde xelk li hev kom bû jî, pêşiya avahiya Meclîsa Gel a Xanesorê bû.

Endamên sazî û rêxistnên Şengalê hêzên Asayîşa Êzidxanê, jin, ciwan, serok eşîr û welatî 5 deqan bêdegn sekinîn û şehîdên fermanê bi bîr anîn.

Li bajaroka Sinûnê, herêma Serdeştê ya li ser Çiyayê Şengalê û tevahiya Şengalê jî gel li ser rêyan û ber deriyên mal û saziyan li hev kom bûn û rêz girtin.

YBŞ: Em niha li hemberê DAIŞ û yên mîna wê bi hêz in

Yekîneyên Berxwedana Şengalê YBŞ’ê jî bi merasîmek leşkerî şehîdên fermanê bi bîr anîn.

Di merasîma leşkerî de yek ji fermandarên YBŞ’ê Xelîl Ereb axivî.

Xelîl Ereb şervanên di oxira Şengalê de şehîd bûn bi bîr anî û wiha got:

“Di roja reş a fermanê de PDK’ê me tenê hişt. Ji bo vê jî em ti caran rê nadin ku hêzên mîna PDK’ê berê xwe bidin Şengalê.

Em spasiya PKK’ê dikin û em wekî şervanên Yekîneyên Berxwedana Şengalê li hemberê DAIŞ û kesên mîna wê bi hêz in.”

Li Silêmaniyê merasîmeke rêzgirtinê hate lidarxistin

Li Silêmaniyê jî şehîdên fermanê hatin bibîranîn.

Li Avahiya Walitiya Silêmaniyê, bi tevlîbûna waliyê Silêmaniyê, cîgirên walî û karmendan, merasîmeke rêzgirtinê hate lidarxistin.

Piştî wê waliyê Silêmaniyê Heval Ebubekir axivî û got;

“Nabe carek din ev sûc ji bîra me biçe, divê em hemû bizanin em bi hev re kar bikin.

Dijminên me li me temaşe dikin, ji bo vê divê em vê rojê bikin roja ‘Aştiya Nîştimanî.”

Di çarçoveya salvegera fermanê de peykerê dayê gulê hat danîn

Her wiha di çarçoveya 7’emîn salvegera fermana 3’ê Tebaxê û şehadeta Dayê Gulê de, peykerê wê hat danîn.

Jina berxwdêr a Êzidî Gulê Mişko Nemir di nava civaka Êzidiyan de wek Dayê Gulê tê naskirin ku di dema fermanê de heta dawiyê dijî çeteyên DAIŞ’ê li ber xwe dabû û hatibû qetilkirin.

Back to top button