Efxanistan..NY: Di nava du mehan de 80 hezar zarok koçberbûne

Carek din qûrbaniyên şer zarokin.
Yan di bin topbaran û barana guleyan de tên kûştin, yan jî di bin konên koçberiyê de birçî tên hiştin.
Bi kurtahî ev rewşa zarokên Efxanistanê ye.
Rêxistina Zarokan Biparêze ( Sava the Children Foundation) ragihand ku di nava du mehan de 80 hezar zarok ji cîh û warên xwe mane.

Ji meha Gulanê ve li Efxanistanê şereke dijwar despêkiriye.

Di meha Hizêran û Tîrmehê de şerê li welat gurtir bû.

Çekdarên Talîbanê gelek parêzgehên nû kontrol kir û şer bi dijwarî didome.

Ji vî şerî jî zarok raste rast bandor dibin.

Rêxistina Zarokan Biparêze ( Sava the Children Foundation) di rapora dawî ya Neteweyên Yekbûyî de, rewşa zarokên Efxanistanê eşker kir.

Rêxistinê ragihand ku ji ber şerê du mehên dawî yên li Efxanistanê de, 80 hezar zarok ji cih û warên xwe koçber bûne.

NY: Ji her 130 hezar koçberî 60 hezar zarokin

Rêxistinê diyar kir ku ji her 130 hezar koçberî 60 hezar jê zarokin.

Di nava salekê de jî ji 613 hezarî 362 hezar jê zarok hatine koçber kirin.

Ji berçîbûn û kêm derfetiyê bi sedhezaran zarok di metirsiyê de ye

Bi sedhezaran zarok ji ber rewşa jiyanî ya zor û kêm derfetiyên xwarinê û hewcedariyên din, jiyana wan di metirsiyê de ye.

Di sadsala 21’an de cîhan bi kîrza herî mezin a birçîbûnê re rû bi rû maye.

Pevçûnên kujerî li cîhanê, nexweşiya Covid-19 û guherîna avhewayê, asta birçîbûnê gihand asta herî bilind.

Li gelemperiya cîhanê 5,7 milyon zarok di bin 5 salî de bi birçîbûnê re rû bi rû ne.

Efxanistan welatê duyem yê cîhanê ye ku pirsgirêkên mezin ên birçîbûnê dijî.

Tê texmîn kir ku îsal nîvê zarokên kêmî pênc salî pirsgirêkên tendurestî bijîn.

Ji bo parastina jiyana wan jî pêwîstî bi dermankirineke taybet heye.

Tevî zêdebûna navendên dermankirina zarokan, hîna bi hezaran zarok nikarin xwe bigihînin pêwîstiyên tendurestiyê.

Rêxistina Zarokan Biparêze di dawiya raporê de bal kişand li ser metirsiyên li ser jiyana zarokên koçber û got:

Zarok bi metirsiyên zewaca bi zorê, karkirin û leşkeririnê re rû bi rû ne.

Back to top button