Ji destpêka meha Tebaxê 3 welatî ji Efrînê hatin revandin

Li Efrîna Dagirkirî sûc û hivîtiya dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê dewam dike. Dagirkeran welatiyê bi navê Hemîd Hisên Mistefa, yê ji gundê Ziyaretê yê Şêrawa, revand.
Dagirkeran du avahî li navedna Bajarê Efrînê desteser kir û malbatên xwe tê de bi cih kirin.

Li Efrîna Dagirkirî sûc û hovîtiya dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî welatiyên Kurd dewam dikin.

Li gorî Tora Çalakvanên Efrînê dagirkeran welatiyê bi navê Hemîd Hisên Mistefa yê 22 salî, yê ji gundê Ziyaretê yê girêdayî Navçeya Şêrawa, ji benda kontrolê ya navenda Bajarê Efrînê revand û heta niha jî çarenûsa wî ne diyar e .

Li gorî Navenda Belgekirina Binpêkirinên li Bakurê Sûriyê, ji destpêka meha Tebaxê de, 3 kes ji Efrîna dagirkirî hatine revandin.

Li aliyekî din, hat diyar kirin dagirkeran daxwaz kir ku wekaletnameya hin welatiyên Efrînê ku bi darê zorî hatine koçberkirin û bi hinceta ku li herêmên di bin serweriya Hikûmeta Şamê de dimînin, bê rawestandin da ku mal û milkên wan desteser bikin.

Navên kesên ku hatine dayîn ji bo ku wekaletnameya wan ji wan were vekişandin wiha ne:

Newroz Ehmed Gedro
Elî Mistefa Îsa yê ji gundê Coqê
Slêman Mihemed Şabo yê ji gundê Mabata.

Çeteyan du avahî li navenda bajêr desteser kir û malbatên xwe tê de bi cih kir

Li Navenda Bajarê Efrînê jî dagirkeran du avahî li taxa Eşrefiyê desteser kir û malbatên xwe tê de bi cih kir.

Her du avahî ji 14 mal û 4 dukana pêk tên, û xwedanên wê jî Nedîm Şêxo yê ji gundê Kopakê û Yehiya Hebeş û birayê wî Zekeriya yê ji gundê Şeytana ne.

Back to top button