Koordînasyona Kongreya Star bi boneya salvegera wefata dayika Rêber Ocalan Ewêş daxuayniyek da.
Koordînasyona Kongreya Star di daxuyaniya xwe de wiha got:
“Bi navê Koordînasyona Kongra Star em salvegera wefata dayîka Ewêş bi bîr tînin û di şexsê dayika Ewêş de ked û fedekariya dayîkan pîroz dikin.
Dayîk dibistana herî mezin e ku pêşeng , şoreşger, mamoste û rewşenbîran diafrîne.
Dema Rêber Ocalan behsa jiyana xwe dikir di serî de behsa rola dayika xwe dikir.
Kongra star teqez kir ku dayika Ewêş mînaka jina bi hêz e û wiha bi dawî kir:
Jina ku tu carî serê xwe li ber neheqiyê netewand û nehişt ku zarokên wê jî serî bitewînin. Ev taybetmendiya Dayika xwedawend ku Rêber Apo behsê wê dike.