Mîsyona alîkarîya Iraq ya NY raporek weşand

Mîsyona Alîkariya Iraq ya Neteweyên Yekbûyî û Ofîsa Mafê Mirovan a NY’yê, têkildarî îşkenceyên li Iraq û Başûrê Kurdistanê raporek weşand.

Di rapora ku 1’ê Tîrmeha 2019’an û 30’ê Nîsana 2021’an di nav xwe de dihewîne bi 235 girtiyan û personelê girtîgehê, dadger, parêzer û malbatên girtiyan re hevdîtin hatine kirin.

Rapor li Ofîsa NY’yê ya li Cenevreyê bi civîneke çapemeniyê ji raya giştî re hat eşkerekirin.

Di civînê de ji berdevkên Komîseriya Bilind a Mafê Mirovan a NY’yê Marta Hurtado axivî û got,

“Tevlî hebûna qanûnê pêşîgirtina îşkenceyê jî li Iraqê û Herêma Kurdistanê li yekineyên binçavkirinê û girtîgehan îşkence didome”.

Hurdato, da zanîn ku di hevdîtinên parêzer û malbatan de li gorî qanûnan nayê tevgerandin û gelek navendên binçavkirinê cihê wan ne diyar in.

Di dawiya raporê de bang li rayedarên başûrê Kurdistanê hate kirin da ku li gorî qanûnan tevbigerin.

Back to top button