Li Siûdiyê di nava 6 mehan de 40 kes hatin darvekirin

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (AI) ragihand ku piştî ku Erebîstana Siûdî Serokatiya demkî ya G20 radest kir, cezayên darvekirinê li welatî zêde bûn.
Di navbera Çile – Tîrmehê de 40 kes hatine darvekirin.

Rêxistinê ragihand ku bi giştî 40 kes di navbera meha Çile-Tîrmeha îsal de, li welêt hatine darvekirin.

Ev ji jimara giştî ya darvekirinên ji ya sala 2020’an jî zêdetir e.

Li gorî rapora nû ya Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî ya li ser mijarê, di navbera 1’ê Kanûna 2019’an û 1’ê Kanûna 2020’an de, dema ku Erebîstana Siûdî Serokatiya demkî ya G20 dikir, bi giştî 27 kes hatin darvekirin.

Lê, bi veguheztina serokatiyê ji bo Îtalyayê re, darvekirin ji nûve hatin destpêkirin û neh kes hatin darve kirin.

Li gorî daneyan, li girtîgehên Erebîstana Siûdî herî kêm 39 kes hene ku ji ber çalakiyên xwe yên di warên mafên bingehîn, azadiya raman û mafên mirovan de ceza xwarine.

Rêveberiya Riyadê di cezayê darvekirinê de li cîhanê di rêza yekem de ye.

Li gorî lêkolîna Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî, di navbera Çile heta Kanûna 2019 de, hikûmeta Erebistana Siûdî 184 kes, ku hin ji wan bi eşkereyî li ser xwe dane, darve kirin.

Back to top button