Di salvegera 7’an a Fermana li ser Êzidiyan de li bakurê Kuristanê û Tirkiyê jî qirkirin şermezar kirin û Banga ku 3’ê Tebaxê bibe “Roja Tekoşîna Dijî Qirkirina Nîjadî û Qirkirina Jinê” hat kirin.
Bi pêşengtiya Tevgera Jinên Azad (TJA) û Rêxistina HDP, li gelek bajarên bakurê Kurdistanê, komkujiya Şengalê bi çalakî û daxuyaniyan hat şermezar kirin.
Çalakî li Amed, Stenbol, Riha, Merdîn û gelek navçeyan hatin li darxistin.
Di çalakiyan de 7’emîn salvegera Komkujiyê hat şermezarkirin û weha hat gotin:
Qirkirina nîjadî ya herî mezin a sedsala 21’emîn 7 sal beriya niha li Şengalê ji aliyê DAIŞ’ê ve li dijî êzidiyan pêk hat.
Em baş dizanîn ku armanca hedef-girtina jinan di komkujiyê de tunekirina nasnameya jinê ya li Rojhilata Navîn bû.
Li gel hemû êriş û zextan jî, jinan li xaka xwe Şengalê rêveberiyên xwe yên azad ava kirin û xwe bi rê ve dibin.
Em ê komkujiya li Şengalê pêk hat qet ji bîr nekin û nedin jibîrkirin.
Di daxuyaniyan de bang hat kirin ku 3’ê Tebaxê bibe “Roja Tekoşîna Dijî Qirkirina Nîjadî û Qirkirina Jinê”