komkujiya Şengalê..Li Bakur û Rojhilatê Sûrî 5 deqeyan jiyan rawestiya

Ji bo qurbanên komkujiya Şengalê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî jî 5 deqeyan jiyan rawerstiya.
Şêniyên Hesekê, Qamişlo, Dêrik, Şehba, Tebqa û Minbicê jî ji bo bîranîna fermanê çalakiyên cur be cur li dar xistin.

Meclisa Rêveberiya Xweseriya Demokraîtk a Şengalê ji bo bîranîna qirkirina Êzidiyan banga rawestandinê 5 deqeyan kiribû.

Li ser banga wê şêniyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî 5 deqeyan ji bo bîranîna qirkirinê rawestiyan.

Mala Êzidî ya herêma Cizîrê û bi sedan şêniyên Hesekê jî salvegera 7’an a Komkujiya Şengalê bi meşekê bi bîr anî.

Mala Êzidiyan a Herêm Cizîrê li bajarê Qamişlo jî li ber Komîseriya Penaberan a Neteweyên Yekbûyî ya bajêr daxuyaniyek da û got,

Tişta li Şengalê qewimî hewldaneke qirkirina etnîkî li dijî civakek ewledar bû ku êrişî ti kesî nekir û neheqî li kesî nekir.

Li Dêrikê jî bi heman boneyê meclisa bajar daxuyanî da û bang kir ku divê Rêveberiya Xweser a Şengalê bê naskirin û piştgiriya Êzidiyan were kirin.

Bi sedan endamên Yekitiya Êzidiyan û nûnerên partiyên siyasî, saziyên sivîl li navçeya Ehdasê ya kantona Şehbayê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de bang li NY hat kirin ku çarenûsa kesên hatine revandin eşkere bibe û komkujî wek jenosîdê bê naskirin.

Rêveberiya Sivîl a Tebqayê jî fermana 3’ê Tebqaxê ku ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê li ser civaka Êzidî ve pêk hat şermezar kir.

Rêveberiyê piştgiriya xwe bi Êzidiyan re teqez kir û banga naskirina Rêveberiya Xweser a Şebgalê kir.

Rêxistinên civaka sivîl ên Tebqayê jî bi daxuyaniyekê piştgirtiya bi Êzidîyên Şengalê re ragihand.

Her wiha bang kir ku hesab ji her kesên ku destê wan di komkujiyê de heye were xwestin.

Yekîriya Jinên Ciwan ên Tebqayê jî derbarê mijarê de daxuyaniyek da û qirkirina Êzidiyan şermezar kir.

Kombûna Jinên Zenûbya: Dewleta Tirk rûyê din ê DAI:’ê ye

Nivîsgeha Jinan a Kombûna Jinên Zenûbyayê şehîdên jî bi daxuyaniyekê komkujiya 3’yê Tebaxa 2014’an bîr anîn.

Bi dehan jinên Tebqa, Reqa, Dêra Zor, nûnerên saziyên sivîl, meclisên herêmî, partiyên siyasî û hiqûqnas tevli çalakiyê bûn.

Jinan teqez kir ku dewleta Tirk rûyê din ê DAIŞ’ê ye û berdewamiya sûcên wê yên hovane ye.

”Nehiştina xwerêxistinkirinê destpêka qirkirinek nû ye”

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan li Minbicê jî derbarê mijarê de daxuyaniyek da û ferman bîr anî.î

Di daxiyaniyê de hat zanîn ku nedestûrdayîna rêxistina Êzidiyan, destpêka qirkirineke nû ye li dijî Êzidiyan e.

Back to top button