Ciwanên Reqayê bi meşekê fermana 3’yê Tebaxa 2014′ an ya li ser Şengalê şermezar kirin.
Meş li stada Eswed ya Reqayê dest pê kir û paşê vegerî mîtîngê, ji bo bîranîna şehîdan deqeyeke rêz hate girtin.
Di derbarê de ciwanan daxuyaniyek dan.Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
” Destpêkê em komkujiya ku DAIŞ’ê di 3’yê Tebaxa 2014’an de li dijî Şengalê kiriye şermezar dikin.
Em hevkariya hikumeta Barzanî, vekişîna hêzên xwe ji Şengalê û hiştina êzidiyan li beramber komkujiyê jî şermezar dikin.”
Herî dawî Ciwan bang li civaka navneteweyî kirin ku komkujiya li dijî civaka êzidî nas bike û xweseriya Şengalê qebûl bike.