Dewleta Tirk li gundekî Eyn Îsayê li dijî malbatekê komkujî pêk anî-HAT NÛKIRIN

Êrîşên dagirkeran yên li ser herêmê roj bi roj zêde dibin.
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên xwe îro careke din navçeya Eyn Îsayê topbaran kir.
Di encama êrîşa li ser gundê Sefawîyê de komkujî pêk anîn. 3 jê zarok 4 kes ji heman malbatê hatin qetilkirin û 2 kes jî bi giranî birîndar bûn.

Dewleta Tirk a dagirker komkujiyek din li ser komkujiyên ku pêk anîne zêde kir.

Îro artêşa Tirk malbatek ji gundê Sefawiyê yê Eyn Îsayê kir armanc, 3 jê zarok 4 kes ji heman malbatê hatin qetilkirin.

Navê kesên ku hatin qetilkirin wiha ne; Zeyd Xelef El-Îsa 54 salî, Ziyad 12, Mûne û Hûda.

Her wiha ji heman malbatê dayik û zarokekî xwe jî birîndar bûn û ji bo nexweşxaneya Şehîd Omer Elûş hatin veguhestin.

Bijîşkê nexweşxaneyê Ebid El-Qadir Ehmed El- Ehmed li ser mijarê axivî û got,

”Rewşa bav û 3 zarokan pir giran bû ji ber wê şehîd bûn.

Dê û keça mezin jî bi giranî birîndar bûne ji ber wê ji bo nexweşxaneya Reqa hatin veguhestin”.

Artêşa tirk gundên Til Temirê topbaran kir

Hemwextî vê êrîşê jî artêşa Tirk gundê Derdara yê Til Temirê, bi çekên giran topbaran kir.

Piştî topbaranê li eniya şer a di navbera şervanên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê û herêmên dagirkirî tevgereke zêde ya çeteyan çêbû.

Her wiha li wir çekên giran ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve hatin bicihkirin.

Balafirên keşfê yên dewleta dagirker jî li asîmanê herêmê digeriyan.

2’ê Tebaxê jî di encama topbarana dagirkeriya Tirk li ser gundên navçeya Til Temirê jinekê tevî zarokê xwe birîndar bûbû.

”Armanca êrîşan têkbirina aramiya herêmê ye”

Ne tenê topbarankirina gundên Eyn Îsa û Til Temirê, gundên Babê yên rizgarkirî ku tijî sivîl in jî rojane tên topbarankirin.

Ji rêveberên Nivîsgehên Meclisa Leşkerî ya Babê Nadir El-Meşlûq diyar kir ku armanca dewleta Tirk ji êrîşan têkbirina aramiyê ye.

El-Meşlûq tekez kir ew ê bi hemû hêza xwe heta dawiyê parastina şêniyên herêmê bikin.

Artêşa tirk û çeteyên wê rojane herêmên me yên aram û tijî sivîl topbaran dikin. Ew sivîlan dike armanc.

Her dem dewleta TIrk ji bo bê aramiyê li herêmê pêk bîne tevdigere, ew jî tê watey piştgiriya wê ya bi çeteyan re.

Em ji nêz ve rewşa gelên xwe yên li babê dişopînin, dewleta Tirk û çeteyên wê li wir gelek karên kirêt pêk tînin, gelê herêmê jî li dijî wan tevdigerin.Şêniyan direvînin û fidyê dixwazin.

Back to top button