Konferansa Yekitiya Êzidîyên Efrînê ya 4’emîn hat lidarxistin, Eyşe Seydo û Hisên Hesen wekî Hevserokên Yekitiyê hatin hilbijartin.
Konfirans bi dirûşmeya “Bihêzkirina rêxistinî, bersiva qirkirina Şengalê û dagirkirina Efrînê ye” li hola Mîtan a Şehbayê hat destpêkirin.
Di konfiransê de rapora xebata 4 salên borî ya Yekitiya Êzidiyên Efrînê ji aliyê endama yekitiyê Orîvan Menan hat xwendin, beşdaran jî li ser nîqaş kirin.
Her wiha hevserokê yekîtiyê Mistefa Nebo rêzikname xwend û li ser esasê nirxandin û nîqaşên beşdaran, guhertin têde çêbûn.
Ji bo avakirina meclisa nû ya yekîtiyê, hilbijartin hatin destpêkirin û Eyşe Seydo û Hisên Hesen wekî Hevserokên Yekitiya Êzidiyên Herêma Efrînê hatin hilbijartin.
Her wiha 11 endam hatin hilbijartin ku nûnertiya komîteyên meclisa yekitiyê dikin.
Konferans bi berzkirina diruşmeyên silavkirina Berxwedana Serdemê û Berxwedana Şengalê bi dawî bû.