Kazimî bersiv neda daxwaz û bangên Êzîdiyan

Serokwezîrê Iraqê Mistefa El-Kazimî di peyama xwe ya ji bo salvegera fermanê de bersiva daxwazên Êzidiyan ên ji bo betalkirina peymana 9’ê Cotmehê û naskirina xweseriyê neda.

Mistefa Kazimî duh qaşo bi boneya komkujiya şengalê daxuyaniyek da.

Kazimî dewsa ku bersiva daxwazên pêkhateyên Şengalê û bangên wan ên wekî betalkirina peymana 9’ê Cotmehê ya peyama Bexda-Hewlêrê, naskirina jenosîda li ser Êzidiyan, qebûlkirina statûyeke xweser ji bo Şengalê bide,

îdîa kir ku doza Êzidiyan di nava karên wan ên dema pêş de cih digire.

Weke tê zanîn li gorî peymana 9’ê Cotmehê ku di navbera Bexda û PDK’ê de pêk hatiye divê rêveberiya xweser û hêzên parastinê yên Êzidiyan neminin û îdareyeke nû li rex îradeya gel li Şengalê were bicihkirin.

Lê pêkhateyên Şengalê heya niha jî vê peymanê qebûl nekirine.û banga betalkirinê li Hikûmeta Iraqê û Kazimî dikin.

Back to top button