Lubnaniyan daxwaz kirin ku berpirsên teqînê werin darizandin

Lubnanî di salvegeera yekem a teqîna Bendera Beyrûtê de daxwaz dikin ku hesan ji berpirsan were pirsîn. Rêxistina Human Rights Watch jî piştî salekê bi astengiya lêpirsînê tewan bar kir.

Teqîna ku di encamê de zêdeyî 200 kesan jiyana xwe ji dest dan û bi hezaran birîndar bûn, salek li pey xwe hişt.

Hîn jî Luban bi tevahî ji bin bandora zirarên wê yên aborî derneketiye.

Bi vê boneyê îro welatên piştgiriyê li ser daxwaza Fransa û bi sponseriya NY`yê civîna xwe ya sêyemîn bi dîmen lidar xistin.

Di civînê de tê hêvîkirin ku ji bo Lubanê 350 milyon dolar were berhevkirin.

Partiyên muxalîf yên Lûbnanê jî di nav de komek çalakvan bi vê boneyê bi diruşmeya “Edalet Niha” li gelek gelek herêmên Beyrûtê meş lidar xistin.

Li aliyê din jî malbatên qurbaniyan banga meşa mezin a ber cihê teqînê kirin.

Tê payîn li cihê teqîn pêkhatibê rêûresmên olî yên islamî û mesîhî ji bo bîranîna qurbaiyan werin lidarxistin.

Di saeta teqînê de jî wê navê qurbaniyan were xwendin.

Bêyî yek ji berpirsyarên Lubanî beşdarî tu çalakiyan bibin, hikûmetê îro şîna netewî ragîhand.

Li aliyê din jî ajansa Frans Pres derbarê dadgehkirina berpirsan diyar kir ku beşê mezin ê lêpirsînê bi dawî bûye, lê mertalên parastina siyasetmedaran li pêşiya bankirina gelek berpirsan ji bo lêpirsînê dibe asteng.

Human Rights Watch: Rayedarên Lubnanê lêpirsînê asteng dikin

Rêxistina Human Rights Watch desthiladariya Lubanê bi “Binpêkirina mafê jiyanê û bê xemiyê” tewan bar kir.

Rêxistinê rayedarên Lubnanê bi astengkirina lêpirsînê tewanbar kir.

Hêjaye bibîrxistinê ku di nava 2 salên derbasbûyî de lîreya Lubanê sedî 90 nirxê xwe winda kir û madeyên jiyanî yên sereke pir buhabûne, ev jî dibe sedem ku zêdeyî nîvê şêniyên Lubanê xizaniyê jiyan bikin.

Back to top button