8 roj in li bajarên cuda yên Tirkiyayê daristan dişewitin

Endamê Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê Vahap Işikli anî ziman ku şewata li daristanan Tirkiyê rû dide ji ber pirsgirêka gûhertina avhewa y de ye got:

“Li gelek deverên cîhanê şewat rû dide û li hin deveran lehî radibe , lewma Divê ev krîz bê çareserkirin, Divê mirov di çarçoveyeke ekolojîk û polîtîk de lê binere. “

8 roj in li bajarên cuda yên Tirkiyeyê daristan dişewitin, di van şewatan de heya niha 8 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Li bajarên Tirkî yên weke Antalya, Mûgla û Ispartayê şewata daristanan didome.

Li Xozata Dersimê jî agirê ji ber operasyonên eskerî bi daristanê ketine hê jî didome û bi hinceta ewlehiyê mudaxileyî şewatê nayê kirin.

Endamê Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê û Hevberdevkê Platforma Parastina Hewselê Vahap Işikli, texrîbata ji ber şewatan rû daye û kêmasiya di warê tevdîran de nirxand.

Işikli ev tişt anî ziman:

“Hin kes behsa provakasyon û sabotajê dikin.

Hin jê behsa krîza avhewayê dikin. Lê gava em li welatên li hewza Behra Spî mêze bikin, zêdebûna germê bandorê li vê yekê dike.”

Hê çend meh berê ji bo şewatan me hişyarî dabê .”

Işikli, bal kişand ser şewata li daristanên herêmê jî û diyar kir ku daneyên derbarê van şewatan de nehatine parvekirin û wiha got:

“Di navbera 2011-2020’î de yanî di 9 salan de 3 hektar û nîv şwitî.

Lê tenê di sala 2020’î de 6 hektar û nîv ewitî.

Di lîsteya Midûriyeta Giştî ya Daristnê de, navê Dersimê tune yye. Xozat, bi rojan e dişewite.

Herêma Şenê 9 rojan şewitî. Kesî mudaxile nekir.

Daristan li rojavayê ji bo rantê, li herêmê jî ji bo ewlehiyê dişewitin. Li rojavayê otêl bilind dibin, li herêmê qereqol bilind dibin.”

Işikli di dawî de bal kişand ser krîza avhewayê û got:

“Her deverê cîhanê dişewite û li aliyê din jî lehî radibin, Divê ev krîz bê çareserkirin, Divê karbon bê kêmkirin, Divê projeyên daristanan texrîb nekin bên çêkirin.”

Back to top button