Ne tenê topbarankirina gundên Eyn Îsa û Til Temirê, Ji rêveberên Nivîsgehên Meclîsa Leşkerî ya Babê Nadir El-Meşlûq eşkere kir ku Artêşa Tirk a dagirker ji ber têk çûye, rojane gundên Babê yên rizgarkirî ku tijî sivîl in topbaran dike.
El-Meşlûq, da zanîn ku armanca dewleta Tirk ji topbaranê ew e aramiya herêmê bin pê bike û ji bo wê jî li ber çavê civaka navdewletî bi her awayî piştgiriyê dide çeteyan.
El-Meşlûq tekez kir ew ê bi hemû hêza xwe heta dawiyê parastina şêniyên herêmê bikin.
Armancgirtina gundên El-Kawkelî, Korhiyok û Qert Wêran ên rojhilatê Babê yên rizgarkirî roja 28`ê tîrmehê bi dijwarî hatin topbarankirin.
Di encamê de ziyanên madî di mal û milkên şêniyan de çêbûn.