Îro di danê sibehê de Li kabula paytexta Efxanistanê teqînekê rû da, di encam de 2 sivîl birîndarbûn
Polîsên Afxanî ragihandin ku li nêzî kargehên parastinê li Kabil teqînek pêk hat di encamê de du sivîl û berpirisyarkî ewlekariyê birîndar bûn..
Lê li aliyê din doh bi şev erebeyeke mayinkirî li nêzî mala Wezîrê Berevaniyê General Bismillah Mohammadi li navenda Kabûl teqiya, di encamê de 8 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Tê zanîn ku ev demeke di navbera hêzên hikumetê û Talîbanê de li rojavayê welat şerekî dijwar diqewime
Heta niha tu kesî berpirisyartiya teqînê negirtiye li ser xwe.