HPG: Li Heftenîn û Metîna 3 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin

Gerîlayên HPG’ê di çarçoveya Pêngavên Şoreşger yên Bazên Zagrosê û Cenga Xabûrê de derbên giran li dagirkeran dan.
HPG’ê ragihand di encama çalakiyên gerîlayan de li Metîna û Heftanînê 3 leşkerên Tirk yên dagirker hatin kuştin.

Gerîlayên Azadiyê bi çalakîyan rojane derban li artêşa Tirk a dagirker didin.

Navenda Ragihandin û Çapemnîyê ya HPG’ê derbarê êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çalakîyên gerîlayan de daxuyanîyeke nivîskî weşand.

HPG’ê diyar kir di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Cenga Xabûrê de li herêma Heftanînê li dagirkeran hate xistin û ev agahî parve kir;

“Hêzên me 1’ê Tebaxê wesayîta kontrayên ku amûrên leşkerî dibirin ji dagirkerên li Girê Koxê Mele Yehya ya qada Keşanê xistine bin kontrola xwe û lê xistin. Di vê çalakiyê de 2 dagirker hatin cezakirin û derb li wesayîta kontrayan hate xistin.”

HPG’ê diyar kir di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Cenga Xabûrê de li herêma Metînayê jî li leşkerên Tirk yên dagirker hate xistn.

Hat diyar kirin 3’ê Tebaxê gerîla li çepera dagirkerên li Girê Azad a qada Zendûrayê dan û di vê çalakiyê de li çepera ku 2 dagirker tê de bûn hate xistin, leşkerekî dagirkerek hate kuştin û dagirkerek jî birîndar bû.

HPG’ê destnîşan kir di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Bazên Zagrosê de jî li herêma Zapê li dagirkeran hate xistin.

Hat diyar kirin 3’ê Tebaxê hêzên YJA Starê bi çekên giran bi awayekî serkeftî li dagirkerên li Girê Şehîd Mûnzûr dan.

HPG’ê da zanîn heman rojê herêmên Avaşîn û Kanî Masî, bi teqemenî û helîkopteran hatin bombebaran kirin.

Ji aliyê din Navenda Ragihandin û Çapemenîyê ya HPG’ê nasnameyên 6 gerîlayên ku di Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêmên Zap û Avaşînê şehîd bûne eşkere kir.

HPG’ê ji malbatên gerîlayên şehîd û gelê Kurdistanê re sersaxî xwest û diyar kir ewê teqez armancên şehîdan pêk bînin.

Back to top button