Hesîbe Abdullah: Dewleta Tirk dixwaze şer di nava Kurdan de derxe

Nerazîbûnên li dijî hewldanên PDK’ê yên derxistina şerê di nava Kurdan zêde dibin.
Endama Rêveberîya YNK’ê Hesîbe Abdullah da zanîn dewleta Tirk dixwaze şer di nava Kurdan de derxe û diyar kir ewê bi her awayî li ber vê yekê rabin.
Mela Ebdulhemîd Çomanî jî got, “Hêzeke ku şerê birakujiyê bixwaze, wê gelek zîyanê bibîne û dîrok wê wan efû neke.”

Êrişên dewleta Tirk a dagirker yên li ser Başûrê Kurdistanê bê navber dewam dikin.

PDK jî li Başûrê Kurdistanê roj bi roj hêzên xwe nêzî Herêmên Parastinê yên Medyayê dike.

PDK’ê bi vê helwesta xwe rê li ber şer vedike.

Nerazîbûnên li dijî liv û tevgera hêzên PDK’ê ya li nêzî qadên gerîla jî roj bi roj zêde dibe.

Endama Rêveberîya YNK’ê Hesîbe Abdullah li ser mijarê da zanîn Tirkiyê dixwaze Kurd berde hev û şer li herêmê derxe.

Hesîbe anî ziman ew ê weke YNK’ê nebin alîgirê şerekî ji bo kuştina Kurdan û got,

”Her aliyekî bixwaze şerê kuştina Kurd bi Kurd re geş bike, em ê desten wan jê bikin.”

Hesîbe li ser gotina, Mesûd Barzanî ya, ‘Min şerê Kurd bi Kurd re heram kiriye’ jî got:

”Nepêkanîna vê gotinê, dide xuyankirin ku parçebûn di nava vê hizbe de heye û bandora wî kêm bûye.

Mela Ebdulhemîd: Hêzeke ku şerê navxwe derxe wê zîyaneke mezin bibîne

Mela Ebdulhemîd Çomanî ê li navçeya Koyeyê derbarê mijarê axivî û anî ziman ola Îslamê wan fêrî aştiyê dike û got,

“Yek ji kiryarên ku welat, civak û gel ber bi nexweşiyê dibe, şer û nexweşiye, bo vê jî pewîste em hertim ji bo aştiyê hewl bidin.”

Mela Ebdulhemîd da zanîn ku gelê Kurd ji hevdû kuştinê ti carî sûdek negirtiye.

Çoman li ser hêz û aliyên siyasî yên ku hewl didin şerek di nava Kurdan de çêbikin, got;

“Bê guman her kes yan jî hizbek şerê birakujiyê bixwaze, wê dîrok bersiva wan bide û şermezar bibin”.

Mela Ebdulhemîd Çomanî banga aştiyê li hemû hêz û aliyên siyasî kir û got, ”Nabe tu birayê xwe bikujî.”

Back to top button