Talîbanê Êrîşa li pêş mala Wezîrê Parastinê yê Efxan li xwe girt

Li Efxanistanê, roj bi roj rewşa li welat xerabtir dibe.
Talîban êrişên xwe zêde kiriye û hikumeta Efxanistanê jî di tevgerê de ye.
Herî dawî Talîbanê êrişa xwekujî ya li dijî avahiya Wezîrê Parastinê yê Efxanistanê li xwe girt.
Çekdarên Talîbanê di encama êrişeke dijwar de herêma Leşkergah jî kontrol kir.

Li Efxanistanê şerê li sînorên welat derbasî navendê bûye.

Paytexta Efxanistan Kabul careke din bi teqnînê hejiya.

Şeva Sêşemê êrîşeke întixarî li ser avahiya Wezîrê Parastinê yê Efganistanê pê khat.

Berdevkê Talîbanan Zabîhûllah Mûcahîd daxuyaniyek da û diyar kir ku êrîşa întixarî ya li ser mala Wezîrê Parastinê ‘ji aliyê komeke mucahîdan ku bi çekên sivik û giran’ pêk hatiye.

Li Kabulê piştî bi mehan û şûnde Talîban cara yekeme ku êrîşekê li xwe digire.

Di êrîşê de 3 kes birîndar bû.

Mûcahîd bi vê êrîşê hişyarî da ku ev êrîş ‘destpêka’ êrîşên li ser rayedarên hikumetê bê kirine.

Li gorî çavkaniyên ewlekariyê, endamê Telîban bi wesayîteke bombebarkirî li ber pêşiya mala parlementerekî cîranê Wezîrê Parastinê bombeya li ser xwe diteqîne.

Hate gotin ku Wezîr Bîsmîllah Mûhammedî tiştek pê nehatiye.

Hêzên ewlekariyê diyar kirin ku piştî 5 saetan êrîşkar bêbandor kirine.

Li gorî Wezareta Karê Hundir jî, yek di wesayîta bombebarkirî û 3 yên din jî di şer de hatine kuştin.

Ev êrîş pir nêzî herêma Kesk pêk hatiye.

Piştî êrişî Efxanî li paytext Kabulê daketin qadan û êrişên Talîbanê şermezarkirin.

Her wiha îro saetên sibehê jî li Kabulê mayînek teqiyabû.

Talîbanê herêma Leşkergah kontrol kir

Her wiha çekdarên Talîbanê bi êrişeke xurt karîn herêma Leşkargah kontrol bikin.

Tenê beşek yê bajar şer lê didome.

Rêveberên bajar jî bang li welatiyan dikin ku Leşkergehê berdin û berê xwe bidin herêmên ewle.

Back to top button