Hindistan..Ji ber lehiya li 2 parêzgehan herî kêm 15 kes mirin

Hindistana ku hîna ji belaya vîrûsa Corona xelas nebûyî vê carê bi serê wê bi lehiyê re di belayê de ye.
Ji ber felaketa lehiyê ya li parêzgehên Bengal a Rojava û Madya Pradeş herî kêm 15 kes mirin.

Li parêzgehên Bengl a Rojava û Madya Pradeş yên Hindistnaê barana zêde lêhî bixwera anî.

Lehî bû sedema ku gelek mal di bin avê de bimênin.

Ji bo rizgarkirina welatiyan jî artêş li herêmê hate erkdarkirin.

Lê heta niha lêhiyê dawî li jiyana herî kêm 15 kesî aniye.

Li Bengal a Rojava bi sedhezaran kes ji cih û warê xwe bûne û gelek jî winda bûne.

Li Madhya Pradeş jî ji ber lehiyê bi giştî 200 gund dibin avê de man.

Hêza Têkoşîna Afet a Netewî (NDRF) jî ragihand ku nêzî hezar û 600 kes ber bi cihên ewleve birine.

Her wiha ji ber Bendava Madikhaeda her 10 deriyên xwe yên bendavê vekir, pirek hilweşiya.

Back to top button