
Careke din li sînorê Libnan-Îsraîlê alozî derket.
Ji Libnanê bi 3 moşekan herêma Kiryat Shmona ya Îsraîlê hate hedefgirtin.
Piştî êrişê dengê sirenan li nava welat hate bihistin.
Wezareta Parastinê ya Îsraîlê bi daxuyaniyekê ragihand ku ji Libnanê 3 moşek ber bi herêma Kiryat Shmona ku nêzî sînorê Libnanê ye, hatin avêtin.
Hate diyarkirin ku 2 ji wan li herêma Kiryat Shmona ketine.
Wezaretê dazanîn ku di êrîşê de ti windahiya can çênebûye.
Piştî ku sirenê lêda ji ferman hat dayîn ku her kes bikevin sitargehan.