Li Îdlibê her diçe şer gûr dibe .
Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku duh li herêmên bêçek, şer û topbaran di navbera hêzên rejîmê û çekdarên opzisyonê de dijwar bû.
Çavdêriyê ragihand ku duh li başûrê Îdlibê şerekî dijwar di navbera hêzên rejîmê û çekdarên opzisyonê de rû da.
Hêzên rejîmê zêdetirî 120 top û moşekî avêtin çekdarên opzisyonê yên li bajarokê Tehtaya تحتاياya li başûrê Îdlibê.
Her wiha bajarokên rojhilatî başûrê Îdlibê û rojhilatê Helebê jî ne dûrî şer bûn.
Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan destnîşan kir ku di encamê şerê duh de gelek birîndar hene, di nav de 3 zarok in.