Belgefilmek li ser berxwedana Waşûkanî hat pêşkêşkirin

Di çarçoveya 5`emîn Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol de Navenda Şopdarên Rojê belgefîlmek li ser berxwedana “Waşûkanî” pêşkêş kirin.

Belgefilma bi serenavê ”Dijminê bav û kalan nabe dostê lawan” li navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişlo hat pêşandan.

Ji Sibata 2021’an ve navendê dest bi amadekariyên belgefilmê kiribûn.

Naveroka belgerfilmê li ser êrîşên dewleta Tirk ên 9’ê Cotmeha 2019’an, ên li Serê Kaniyê, berxwedana şervanan û Kampa Waşûkanî bû.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Navenda Şopdarên Rojê ji bo belgekirina êrîşên dewleta Tirk li ser Efrînê û berxwedana li wir, belgefilmek çêkiribûn.

Endama Şopdarên Rojê Êvlîn Mihemed Elî ku derhêneriya belgefilmê kiriye diyar kir ku armanca wan belgekirina bûyeran e.

Back to top button