Konferansa Yekitiya Êzidiyên Efrînê ya 4’emîn bi hilbijartina hevserok û endamên meclisa yekitiyê bi dawî bû.
Bi armanca bîranîna şehîdên komkujiya Şengalê û sûcên dagirkeran li Efrînê, Êzidiyên ji Efrînê li hev kom bûn.
Belê, Konferansa Yekitiya Êzidiyên Efrînê ya 4’emîn bi dirûşma “bersiva komkujiya Şengalê û dagirkirina Efrînê bi xurtkirina rêxistina me ye ” li hola Mîtan a navçeya Ehdas a Şehbayê pêk hat.
Bi beşdarbûna 440 delegeyî ji Efrîn, Şehba û herêma Cizîrê konfirans bi rêve çû.
Piştî axaftinan, mamosteyên ola Êzidî ayetên Olî pêşkêşkırın.
Endama yekîtiyê Orîvan Menan jî rapora xebata 4 salên borî ya Yekitiya Êzidiyên Efrînê xwendin.
Li gel vê, rêziknameya yekîtiyê hate xwendin, li ser nirxandin û nîqaşên beşdaran hin guhertin tê de çêbûn.
Piştre ji bo avakirina meclisa nû ya yekîtiyê hilbijartin pêk hatin.
Eyşe Seydo û Hisên Hesen wekî Hevserokên Yekitiya Êzidiyên Herêma Efrînê hatin hilbijartin.
Her wiha 11 endam hatin hilbijartin da ku nûnertiya komîteyên meclisa yekitiyê bikin.
Konferans bi berzkirina diruşmeyên silavkirina Berxwedana Serdemê û Berxwedana Şengalê bi dawî bû.