Rêveberiya Xweser komkujiya li Eyn Îsayê şermezar kir

Rêveberiya Xweser û Kongra Star komkujiya ku dewleta Tirk li Eyn Îsayê pêk anî şermezar kir û bang li rêxistinên Mafên Mirovan kirin ku zextê li dewleta Tirk bike da ku van sûcên xwe rawestîne.
Endamê Desteya Hevserokatiya PYD’ê Salih Muslim jî diyar kir hikumeta Şamê û Rûsya ji komkujîyê berpirsyar in.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî bi daxuyaniyeke nivîskî komkujiya li Eyn Îsayê şermezar kir û got,

“Êrişa dewleta Tirk di çarçoveya siyasetên qirkirina gelê me de ye, her wiha paşguhkirina hemû nirxên navneteweyî ye.”

Rêveberiyê bang li rêxistinên hiqûqî, mafên mirovan, Koalîsyona Navneteweyî û Rûsya kir ku sînorekî ji sûcên dewleta Tirk re deynin.

Salih Mislim: Hikûemta Şamê û Rûsya ji komkujiyê berpirsiyar in

Endamê Desteya Hevserokatiya PYD’ê Salih Muslim jî li ser mijarê ji ANHA’yê re axivî û got,

”Dewleta Tirk di şer, dîplomasî, aborî û siyasetê de şikesti ye lewma dijî berxwedana gelê Kurd asta êrişan xurtir kiriye”.

Salih Muslim hikumeta Şamê û Rûsya weke berpirsê komkujiyê dît ji ber ku ew bo kontrolkirina agirbestê li vê herêmê ne.

Salih Muslim bang li dewletên navneteweyî kir ku li hemberî van êrîşan tedbîran bigirin.

Kongra Star: Bêdengî tê wateya hevkariyê

Kongra Star jî bi daxuyaniyekê diyar kir ku bêdengiya civaka navneteweyî tê wateya hevkariya wê bi dewleta Tirk re.

Kongra Star komkujî şermezar kir û bang li rêxistinên Mafên Mirovan kir ku zextê li dewleta Tirk bike da ku van sûcên xwe rawestîne.

Civaka Navneteweyî û Rûsya berpirsê vê komkujiyê ne

Hevseroka Meclisa Kantona Girê Spî Leyla Mişo jî komkujî şermezar kir û wiha got,

”Dewleta Tirk li pêşiya çavên civaka navneteweyî û Rûsya ya garantor êrîşên xwe li ser li herêmê zêde kiriye”.

Leyla destnîşan kir ku civaka navneteweyî û garantor Rûsya bi bêdengiya xwe, berpirsên vê komkujiyê ne.

Back to top button