KCK: Ti pêwendîya PKK’ê û Kurdan bi derxistina şewata li Tirkiyê re tune ye

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê derbarê şewata li daristanên Tirkiyê de diyar kir ti pêwendîya PKK’ê û Kurdan bi derxistina vê şewatê re nîne.
KCK’ê da zanîn derdorên faşîst yên ku hewl didin şewatê bixin stuyê Kurdan û PKK’ê û gelên Tirkiyê li dijî Kurdan rakin hişyar kir û got, ajotina komên faşîst li ser gelê Kurd sûcekî giran e û wê bê ceza nemîne.
KCK’ê da zanîn şewata heyî rewşeke karesate û got, “Em ji ber êşa mexdûran xemgîn in.”

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê derbarê şewata li daristanên Tirkiyê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

KCK’ê da zanîn daristan çawa ku hêmana bingehîn a hevsenga ekolojîk in, pişika hemû zindiyan in û da zanîn ev şewat ji bo hemû mirovahî û zindiyan bobelateke mezin e.

KCK’ê diyar kir ew ji ber êşa mexdûran xemgînin û da zanîn ew li bendê ne şewat bê vemirandin.

KCK’ê destnîşan kir hin dijminên Kurdan û kesên dixwazin di navbera gelan de dijminatiyê bikin, hin daxuyaniyên provokatîf dane ku Kurdan ev der şewitandine û wiha got,

“Hinek kes dixin stûyê PKK’ê û dixwazin civakên ku bi şovenîzmê jehrî bûne êrişî Kurdan bikin. Li hin cihan ji bo lînç û kuştinê dest bi nêçîra Kurdan hatine kirin. Belavkirina nûçeyên ku Kurdan û PKK’ê ev der şewitandine, karê hêzên şerê taybet ên li dijî Kurdan e.”

KCK’ê da zanîn ji ber ku di demê de ev şewat nehatiye vemirandin, li hemberî desthilata AKP/MHP’ê hêrs zêde bûye û diyar kir AKP, MHP û weşanên şerê taybet ji bo ku berê hêrsa gel bidin cihekî din, dixwazin vê şewatê têxin stûyê Kurdan û PKK’ê.

KCK’ê diyar kir ev yek bêexlaqtiyeke mezin û polîtîkayeke gelekî qirêj e û gelê Kurd û raya giştî bawerîyê bi vê propagandayê naynin.

KCK’ê da zanîn derdorên faşîst yên ku hewl didin şewatan bixin stuyê Kurdan û PKK’ê û gelên Tirkiyê li dijî Kurdan rakin hişyar kir û wiha dewam kir,

“Ajotina komên faşîst li ser gelê me sûcekî giran e û wê bê ceza nemîne. Derxistina şer di navbera gelê Tirkiyê sûcekî giran e. Kesên wan sûcan dikin wê bê ceza nemînin.”

KCK’ê bang li hêzên demokrastîyê û gelên Tirkiyê kir ku li dijî desthilata AKP-MHP’ê li cem gelê Kurd têbikoşin û Tirkiyeya Demokratîk û Kurdistana Azad biafirînin.

Back to top button