Li navenda bajarê Efrînê bombeyeke barkirî teqiya

Sûc û hovîtiya dewleta Tirk û çeteyên wê yên li Efrînê dewam dikin. Dagirker bi hêcetên ne rast pereyan ji welatiyan distînin.
Li navçeya Şêrawa çete bi hev ketin û li gundê Kefer Delê jî 50 darên zeytûnê hatin birîn. Vê sibê jî li navenda bajarê Efrînê yê dagirkirî, teqînek pêk hat.

Efrîna dagirkirî rojane rû bi rûyî teqîn, kuştin , revandin, talankirin û her cure kiryarên dermirovî ji hêla dargirkeriya Tirk û çeteyên wê ve tê.

Îro li navenda bajarê Efrînê yê dagirkirî li nêzî dibistana Mehmûdiyê, teqînek pêk hat.

Heta niha derbarê zirarên di encama teqînê de pêk hatine, tu agahiyên zela tune ye.

Li Şêrawa di navbera komên çete de şer derket

Li aliyekî din, li gorî hin çavkaniyan, di navbera çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam de û çeteyên Feyleq El-Şam de li gundên Navçeya Şêrawa de pevçûn çêbû.

Li gorî agahiyan sedema pevçûnê, destesekirina stasyoneke sûtemeniyê ku berê çeteyên Feyleq El Şam desteser kiribû, niha jî Çeteyên Heyet Tehrîr El-ŞAm destê xwe daniye ser.

Li gorî heman çavkaniyan, çeteyçên Feyleq El-Şam muhlet dane Çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam ku ji gundên Efrînê vekişin û berê xwe bidin herêmên Idlibê.

Hemwextî vê yekê, sûc û hovîtiya Dewleta Tirk ê çeteyên wê li Efrînê dewam dikin.

Çeteyan 50 darên zeytûnê li gundê Kefer Delê birîn

Li gorî Malpera Afrîn Post, malbatên çeteyên li gundê Kefer Delê yê bi ser Navçeya Cindirêsê ve, 50 darên Zeytûnê birîn, ku 20 ji wan darrên yê welatiyê Efrînê ê bi navê Ebdo Murad e.

Heman çavkanî ragihand ku dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê, di destpêka dagirkirina Efrînê, welatiyê bi navê Mihemed Ehmed Emûne ji xaniyê wî yê li nêzî gundê Seydankê yê bi ser anvçeya Cindirêsê qewitand û xanî veguherande navendeke leşkerî ji bo çeteyên Polîsa Lekşerî.

Niha jî xewdiyê xanî li navenda Bajarê Efrînê di xaniyê kirî de dimîne.

Li aliyekî din, çeteyên dagirkeriya Tirk bi hincetên cuda û bi gefxwarinan pereyan ji welatiyên ku li Efrînê mane distîne.

Malpera Efrîn Post ragihand ku welatiyên bi navê Cemal Ebdo û Ehmed Hesen yên ji gundê Kokanê, bi hinceta ku çek di navbera gundê Kokanê û Coqê de veşartine, sê caran ji bo heman hincetê pere ji wan hatiye xwestin û neçar mane bidin.

 

Back to top button