Artêşa Tirk a dagirker gundên Til Temir û Zirgan topbaran kir

Ji ber topbarana ji aliyê dewleta Tirk ve ya li ser gundê Um El-Kêf ê rojavayê gundewarê Til Temirê 2 endamên hêzên hikumeta Şamê û jineke temenmezin birîndar bûn.

Li Gorî ANHA’ê, di encama topbarana ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve ya li ser gundê Um El-Kêf de, 2 endamên hêzên hikumeta Şamê û jineke temenmezin birîndar bû.

Birîndar di nexweşxaneya Lêgerîn a Til Temirê de tên dermankirin.

Her Weha artêşa Tirk gundê Derdara û Til Şinan yê bakur rojhilatê gundewarê Til Temirê jî topbaran kirin.

Meclisa Leşkerî ya Til Temirê di çarçoveya parastina rewa de bersiva jêderên topbaranê da.

Di encamê de gelek zirar gihaşt nuqteyên çeteyan.

Piştî topbaranê li eniya şer a di navbera şervanên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê û herêmên dagirkirî tevgereke zêde ya çeteyan çêbû.

Her wiha li wir çekên giran ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve hatin bicihkirin.

Balafirên keşfê yên dewleta dagirker jî li asîmanê herêmê digeriyan.

​​​​​​​

Dewleta Tirk a dagirker gundewarê Zirganê da ber topên xwe

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Til Werd û Rebîat ên gundewarê navçeya Zirganê bi dijwarî topbaran kirin.

Her wiha malên sivîlan jî hatin hedefgirtin, lê tu agahî der barê ziyanan de nehatin bidestxistin.

Back to top button