Ciwanên Tirbespiyê: Hevkariya PDK’ê dagirkeriya Tirk rewa dike

Ciwanên Tirbespiyê hevkariya PDK’ê bi dagirkeriya Tirk re û êrişa li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê şermezar kir.

Ciwanên Tirbêspiyê da zanîn PDK’ê bi hevkariya xwe êrîş û dagirkeriya dewleta Tirk rewa dike.

Têkildarî mijarê Ciwanan daxuyaniyek da.

Ciwanan di daxuyaniyê de diyar kirin ku êrişên bênavber ên dagirkeriya Tirk a faşîst û bikaranîna çekên qedexekirî li dijî hêzên gerîla bi piştgiriya NATO’yê pêk tên.

Ev êriş piştî têkçûna DAIŞ’ê li herêmê û bi erêkirina PDK’ê pêk hatin.

Di dawiyê daxuyaniyê de wiha hat gotin: ”Divê PDK’ê nebe sedema xwînrijandina gelê Kurd û gelên herêmê.

Divê em weke ciwanan asta têkoşînê li dijî rejîmên faşîst ên Kurdistan dagir kirine, bilind bikin.”

Back to top button