Li gundekî Çorûmê nijadperestan êrîşî karkerên Rihayî kir

Faşîst û nîjadperestên tirk vê carê li parêzgeha Çorûmê ya Tirkiyê êrîşên kurdan kir.

Nîjadperestên Tirkî dûh êvarê bi kêran êrîşî karkerên demsalî yên ji Rihayê kir.

Di encama êrîşê de, Hatîce û Kubra Alpa, Halep û Îsmaîl Çalişir û Elî Sarigul birîndar bûn.

Têkildarî bûyerê, mexdurên bûyerê, Îsmaîl Çalişir, Îbrahîm Çalişir got ku ji ber meseleya çop û gemarê, xalê muxtar û pê re binefserek, gefa qewitandinê li wan xwar, eger gemara xwe ji nav erd ranekin.

Îbrahîm Çalişir anî ziman ku gava wan ji binefser re got ku ew ê lê gilî bikin, muxtar û kurên xwe û gundiyekî, bi kêran êrîş kir.

Îbrahîm Çalişir got ku di dema êrîşê de, binefser piştgiriya da muxtar û gaz bi ser wan de reşand.

Li gor Îbrahîm Çalişir, wan konên xwe veguhastine gundekî din û diyar kir ew ê vegerin Rihayê.

Back to top button