”Zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyê notên lihevkirinê bi zanîngehên navneteweyî re danîn e”

Serokatiya Hevbeş a Koordînatorê Zanîngehan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê Rohan Mistefa teqez kir ku ji wexta damezirandina zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ew hewil didin peymanan ji bo naskirineke hevbeş di navbera xwe zanîngehên Erebî û navneteweyî de çêbikin.

Rohan Mistefa da zanîn ku heger zanîngeh li ser asta navneteweyî bê naskirin wê derçûyên zanîngehan karibin kar yan jî xwendinê li welatên derve bikin.

Rohan ev tişt anî ziman:

“Zanîngehên kevnar her dem li zanîngehên xwedî kiwalîtiyeke bilind digerin, zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî li gorî kiwalîtiyeke navneteweyî tev digerin.”

Rohan Mistefa da xuyakirin ku zanîngehên wan gelek notên lihevkirinê bi zanîngehên navneteweyî weke zanîngeha Washington State, California, Tennessee, Anderlein a Almanî û Parma ya Italytalî re danînne û ev gaveke sereke ji bo naskirineke navneteweyî ye.

Der barê zanîngeha El-Şeriq Rohan Mistefa got ku wê zanîngeh di destpêka salê de vebe û bi bîr xist ku derçûyên zanîngehan dikare di îxtisasê xwe de kar bike.

Back to top button