OMER EL-BEŞÎR PIŞTÎ SERWERIYA 30 SALÎ HAT RAWESTAND

Xwepêşandanên gelê Sûdanê dawî li desthilata Omer Hesen el-Beşîr ê ku li ser pişta tankekê gihaşt koşka serokatiyê anî… îro jî bi heman awayî ber bi çarenûseke ne diyar ve ji koşkê derket.

Ji sibehê ve, dengê staranên netewî ji radyo û televîzyona Sûdanê tê bihîstin.

Gelê Sûdanê ji saetên sibê zû ve, bendewariya daxuyaniya ku artêşa welêt der barê istîfakirina El-Beşîr de wê ragihîne, dikir.

Di daxuayniya Wezareta Parastinê de ev agahî hatin parevkirin:

Em rejîmê ji kokê ve radikin û Omer el-Beşîr li cihekî biewle datînin.

Destûr tê rawestandin û rewşa awarte heta 3 mehan tê ragihandin.

Hemû meclisên welêt tên betalkirin.

Em ê mecliseke leşkerî ji bo karûbarên welêt bi rê ve bibe ava bikin û paşê wê hilbijartin pêk werin.

Li ser vê nûçeyê jî, gelê Sûdanê herikîn qadan û kêfxweşiya xwe anîn zimên.

Her wiha ajansa ewlekarî û îstxbarta Sûdanî hemû girtiyên siyasî li seranserî welêt ji girtîgehan derxist.

Têkildarî mijarê, kombûyîna pîşesazên Sûdanê jî got;

Ew hikumeteke sivîl ku kesayetên muxalefetê bihewîne, dixwazin.

Omer Hesen El- Beşîr xwedî paşxaneyek a dur û dirêj a deshilatdariya 30 sala ne.

El-Beşîr di sala 1989’an de bi darbeyeke leşkerî dest danî ser hikumê Sûdanê.

Ji wê çaxê ve ti hilbijartin çênebûn heta 2010’an ku dîsan El-Beşîr piştî vekişîna muxalefetê bû serokê welêt.

El-Beşîr bi gelek sûcên li dijî mirovatiyê ku li Darforê di 2009an de pêk aniye, tê xwestin.

Di serdema wî de Sûdan dabeşî du parçeyan bû.

Her wiha serdema wî bi piştgiriya Ixwan El-Muslimîn dihat naskirin.

Heta radeyekê El-Beşîr bi saya Tirkiye û Qeterê karîbû xwe li ber pêlên Bihara Ereban ragire.

Lê çîrok îro veguherî û piştî bi dehan xwepêşandan, artêşê El-Beşîr rawestand û hemû meclisên welêt betal kirin.

Leave a Reply

Back to top button