Foza Yûsif: Hebûna Kurdan di metirsiyê de ye

Endama Desteya Hevserokatiya PYD Foza Yûsif li ser êrişên nijadperest yên li ser gelê Kurd tekez kir hebûna gelê Kurd di metirsiyê de ye. Foza Yûsif eşkere got “Divê hemû Kurd êrişên li ser gerîla, li ser malbata Kurd a li Konya û herêmên dagirkirî wekî êrişa li ser hebûna xwe bibînin.”

Tevî hemû bertek û nerazîbûnên li dijî sûcên wan ên hovane li dijî kurdan, li bajarên Tirkiyê asta nijadperestiyê her diçe zêdetir dibe..

Foza Yûsiv, Endama Desteya Hevserokatiya PYD’ê têkildarî êrişên dewleta Tirk ên nijadperestî yên li dijî gelê Kurd eşkere kir “Hebûna gelê kurd di metirsiyê de ye.”

Foza Yûsif: Dixwazin Kurd û Tirk bibin dijminê hev

Foza Yûsiv anî ziman ”Dewleta Tirk dixwaze Kurd û Tirk bibin dijmin û hikumeta AKP-MHP’ê jî hebûna xwe di dijiminatiya di nava gelan de dibîne û ev siyaset ji bo tevahî gelên herêmê metirsî ye.”

Foza Yûsif: Hemû rengên qirkirinê li ser gelê Kurd tên meşandin

Li ser hebûna gelê kurd û rewşa wan a li Tirkiyê jî, Foza Yûsiv, piştrast kir hemû rengên qirkirinê li ser gelê kurd tê meşandin û tekez kir “Ger xweparastin û berxwedana gel mezin nebe, wê nekaribin pêşeroja xwe jî biparêzin û rastî komkujiyan werin.”

Endama Desteya Hevserokatiya PYD’ê Foza Yûsif dawiya nirxandina xwe tekez kir “Divê hemû Kurd êrişên li ser gerîla, li ser malbata Kurd a li Konya û herêmên dagirkirî wekî êrişê li ser hebûna xwe bibînin.”

Kirinên nijadperestan li dijî kurdên li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê, ji ber xemsarî û destekdayîna hikumeta faşîst a Tirkiyê, bi dawî nabin berovajî wê, her û her zêde dibin ..

Back to top button