QSD: Dewleta Tirk bi van êrîşan dixwaze şêniyên resen ê herêmê bide koçberkirin

“Dewleta Tirk di şer û koçkirina şêniyên resen ên herêmê de bi rijd e da herêmên din ên Sûriyê dagir bike”. Ev yek di daxuyaniya QSD’ê ya li dijî komkujiya li gundê Sefawiyê de hat gotin.. QSD’ê komkujî şermezar kir û bang li civaka navneteweyî kir ku binpêkirina mafên mirovan ji aliyê dewleta Tirk ve bişopîne.

Duh, ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve li gundê Sefawiyê yê navçeya Eyn Îsayê li dijî malbatekê komkujiyek pêk hat..

4 kes ji heman malbatê bûn qurban û dayik û keçeka xwe jî bi giranî birîndar bûn.

Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li ser vê komkujiyê daxuyaniyek da û teqezî li ser mafê parastina rewa û parastina gel û herêmê kir.

QSD`ê di daxuyaniya xwe de dibêje:

“Dewleta Tirk a dagirker sûcekî din li rêzesûcên xwe yên li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde kir.

Dewleta Tirk duh gundê Sefawiyê yê rojhilatê Eyn Îsayê ku tijî sivîl û koçberên Girê Spî ye, topbaran kir; 4 sivîl ku 3 ji wan zarok bûn ji malbatekê, şehîd xistin.”

Di dewama daxuyaniya xwe de, QSD’ê anî ziman “Ev sûcê hov teqez dike ku dewleta Tirk di koçkirina şêniyên herêmê yên resen de bi biryar e da herêmên din ên Sûriyê dagir bike û bi vê yekê lihevkirina bi dewletên garantor Rûsya û Amerîkayê re, binpê dike.”

Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ev sûc şermezar kir, sersaxî ji malbatên qurbanan re xwest û tekezî li ser mafê xwe yê parastina rewa û parastina gel û herêmê kir.

Dawiya daxuyaniyê, QSD’ê bang li hêza qaşo garantor Rûsya kir ku berpirsyariyên xwe pêk bîne û sûcên dewleta Tirk rawestîne û bang li civaka navneteweyî jî kir ku binpêkirina mafên mirovan ên Tirkiyê bişopînin û sûcdaran radestî dadgehên navneteweyî bikin.

Back to top button