Rêzan Şêx Dilêr ji hikûmeta Îraqî re: Bo çi heya niha hûn bêdeng in?

Parlementera Îraqê Rêzan Şêx Dilêr bang li Serokwezîrê Îraqê kir ku rastiyên girêdayî hebûna Tirkiyê li herêmê eşkere bike û tekez kir divê Kazimî tev li civîna bê ya parlamenê bibe. Parlamenterê Îraqî jî Hakim El-Zemalî anî ziman ku Enqere hewl dide bi rêya DAIŞ’ê, Îraqê dagir bike.

Demek e dewleta Tirkî ya dagirker xaka Başûrê Kurdistanê û serweriya Îraqî binpê dike, aliyên Îraqî jî di nav de, hin partiyên Kurdî xwe bêdeng kirine..

Parlamentera Iraqê Rêzan Şêx Dilêr diyar kir ku wan îzmeyên ji bo derxistina Tirkiyê komkirî rasdestî parlamenê kirine û got:

“Me fermî bang li Kazimî kiriye ku beşdarî civîna parlemenê bibe û der barê êrîş û dagirkeriya Tirkî de bersiva pirsên parlamenteran bide. Em li hemberî binpêkirina dagirkeriyê bêdeng namînin. Bêdengiya aliyên Îraqî tê wateya pejirandina rewşê heyî.”

Parlamenter Hakim El-Zemalî: Enqere bi rêya DAIŞ’ê hewl dide Îraqê dagir bike

Di heman wextê de Tirkiye li herêmê, nemaze li Kurdistanê, hewl dide planên xwe yên mêtingeriyê bi cih bîne.

Parlamenter Hakim El-Zemalî, ku yek ji berpirsên Bloka Şepêla El-Sedirî ye (Saîrûn), da xuyakirin ku Tirkiye digel DAIŞ’ê hevkariyê dike, da bi hêsanî derbasî Îraqê bibe.

El-Zemalî got:

“Çima bi taybetî li van her du parêzgehan êrîş rû didin?. Pêkhateyên herêmê tev dizanin bê armancên vê dagirkeriyê çi ne. Tirkiye, çeteyên DAIŞ’ê dişîne Îraq û Başûrê Kurdistanê. Piştre bi behaneya hebûna çeteyan êrîşan pêk tîne. Enqere hewl dide bi destekdayîna çeteyan, li Îraqê bi cih bibe. Dixwaze bi rêya terorê xewn û xeyalên xwe pêk bîne”.

Hakim El-Zemalî bang li hikûmeta Îraqî kir ku fişarê li Tirkiyê û Başûrê Kurdistanê bike, da rê li ber derbasbûna çeteyan bigirin.

Back to top button