Balafirên şer ên dewleta Tirkî çiyayê “Kurêjehro” yê Şêladizê bombebaran kir

Balafirên şer ên dewleta Tirkî ya dagirker çiyayê Kurêjehro yê Şêladizê bombebaran kir.

Li gor agahiyên ku ji herêmê hatine girtin, balafirên dagirkeriyê, îro danê sibehê çiyayê Kurêjehro ya ser bi bajarokê Şêladizê ya li Herêma Behdînanê, bombebaran kir.

Heya niha jî ziyanên bombebaranê nehatiye zanîn.

Duh bi şev jî, helîkopeterên artêşa Tirkiyeya dagirker, bi dijwarî gundê Hirur ê ser bi Behdînanê gulebaran kiribû.

Back to top button