ÎTALYAYÊ QIRKIRINA ERMENIYAN NAS DIKE, FRASAYÊ JÎ ROJA BÎRANÎNÊ RAGIHAND

Qirkirina Ermeniyan dîrokeke reş e di serdema desthilatdariya Osmaniyan de ku tê de zêdeyî milyonek mirov hatibûn kuştin. Ev qirkirin li Ewropayê jî hêdî tê naskirin.

 

Beriya demekî Fransa wek hikûmet qirkirina Ermeniyan nas kiribû.

Macron bi daxuyaniyekê soz dabû ku wê 24’ê Nîsanê bike “Roja bîranîna neteweyî ya qirkirina Ermeniyan.”

Macron soza xwe pêk anî û bi mohra ku danî binê biryarnameyê, 24’ê Nîsanê weke rojeke bîranînê ya komarê hat ragihandin.

Li Îtalyayê jî naskirina qirkirina Ermaniyan tê kirin.

Li Parlamenta Îtalyayê di dengdanê de pêşnûmeya naskirina qirkirina Ermeniyan hate pejrandin.

Di dengdana roja Çarşemê de 382 wekîlan dengê ‘erê’ ji bo naskirina qirkirina Ermeniyan dan.

Piştî dengdanê wekîl hemû rabûn ser piyan û ji bo biryarê li çepikan xistin.

Leave a Reply

Back to top button